Nûçeyên Iraqê

Artêşa Sûrî digihe dergehên bajarokê li jêr kontrola DAIŞ li ser rêya ber bi rojhelatê welat ve

Artêşa Sûrî gihşte bajarokê dawî yê li jêr kontrola tundrewan li ser rêya ber bi asêgeha hikûmetê ve li rojhilatê welat, AFP roja Înê (28ê Tîrmehê) ragihand.

Hêzên hukmetê li gundewarên Suxna ne, 70 kîlometran dikeve bakûrê-rojhelatê bajarê kevinar yê bi navûdeng Tedmur, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Bajarê dawî ye li ser rêya biyabanî ber bi rojhelatê bajarê Dêrazorê ve, ku li wir asêgeheke hukmetê ketiye bin dorpêçkirina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji destpêka sala 2015an ve.

Suxna û kêlgehên petrol û gazê li gundwarên li derdorê ji destpêka sala 2015an ve di dest DAIŞ de ne.

"Şerê dijwar di naverba herdû aliyan de dewam dike, çalakiyên topxaneya rejîmê jî û agirê moşekan berdewam in," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Fermandarên DAIŞ ber bi çiyayên li derdorê reviyan piştî ku artêş nêzî bajarok bû, wî got.

Ji Gulanê de, artêş pêngaveke serbazî ya berfireh ji bo girtina biyabana berfireh ku Şama paytext ji Dêrazorê û bajarokên bi dirêjahiya Geliyên Feratê cuda dike pêk tîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500