Nûçeyên Iraqê

Iraq sê tonên teqemeniyan ji Mûsilê radike

Tîmên Iraqî Mûsilê ji bermahiyên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dimale û heta niha sê tonên teqemenî, cebilxaneya zindî û moşekan rakirine, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê roja Pêncşemê (27ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên Iraqî bi temamî pênc taxên niştecihan paqij kirin, û dehên mal, dikan û avahiyên bi teqemeniyan çandî ligel wesayitên bomberêjkirî bêbandor kirin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Herwiha wan mayîn û teqemeniyên bidestçêkirî jî ji kolanan rakirin, û teqemeniyên li keîlsaya Nemrûd a dîrokî bê ku xesarê lê bikin bêbandor kirin, wî got.

"Nêzî sê tonên teqemeniyan hatine ji van taxan tenê di vê hefteyê de hatine rakirin," Resûl ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500