Nûçeyên Iraqê

Agahiyên ji girtiyekî DAIŞ dibe sedema dîtina veşargehekê li Enbarê

Hêzeke hevbeş a artêşê û êlan şikefteke mişt teqemenî li rojavayê Iraqî li ser bingeha mukurhatinên girtiyekî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dîtin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê (26ê Tîrmehê) got.

Bêhtir ji 30 êlekên teqîner û çar motorên bombekirî li Elbû Esaf, li bakurê paytexta Enbarê Remadî, hatin dîtin, fermandarê operasyonên Enbarê Lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

"Agahiyên hewalgirî yên ku hêzên ewlekariyê ji terorîstekî girtî wergirtine bûn sedema pêkanîna operasyoneke taybet ji aliyê artêşa Iraqî û şervanên êlan ve," wî got.

Di dema êrîşa lêgerînê li Elbû Esaf de, li ser rêya ku ji Enbarê diçe Selahedînê, hêzê galonên mişt teqemenî, 19 rokêtên ku li deverê hatine çêkirin û roktên hawinan ku di şikeftekê de veşartî bûn li deverê dîtin.

"Artêşê dest danî ser êlekên teqîner û operasyonek lidar xist ji bo lêgerîna li terorîstên ku tê bawerkirin ku ji deverê reviyane beriya [operasyona] artêşê," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500