Nûçeyên Iraqê

Şer navbera grûpên opozisyonê li Idliba Sûriyê 14 kesan dikuje

Şerê di navbera herdu grûpên herî bihêz li parêzgeha Idlib a Sûriyê ku di destê opozisyonê de ye di 24 saetên borî de herî kêm 14 kesan dikuje, AFP roja Çarşemê (19ê Tîrmehê) ragihand.

Şer navbera Tehrîr Şam, hevbendiyeke tundrew a ku ji aliyê Eniya Nusraya berê ve tê kontrolkirin, dijî hevalbenda wê ya berê Ehrar Şam, grûpeke Îslamî ya bihêz a kevin, qewimî.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku çekdar ji herdu aliyan tevlî pevçûnan bûbûn li seranserî bakurê rojavayê parêzgehê ku 11 çekdar û sê sivîl di dema 24 saetan de kuştin.

"Ev pevçûnên herî dijwar û belav in ku navbera Ehrar Şam û Tehrîr Şam pêk hatine," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

"Pevûn li seranserî parêzgehê dewam dikin, û erd di nav destan de vediguheze... Ew şerekî hebûnê ye," wî got jî.

Hat ragihandin ku şer li gelek deveran derketiye, bi taybetî bajarokê Sermeda û derdora bajarokên Seraqib û Dana.

Ebdilrehman got ku herdu aliyan gelek xalên pişkinînê li nav û derdora Idlibê danîne.

Herdu al berî niha jî şerê hevdu kiribûn, tevî ku wan berî niha bingeha hevbendiyeke ku piraniya Idlibê girtibû di destpêka sala 2015an de pêk anîbûn.

Krîza dawî ji ber şerekî li ser daxwaza Ehrar Şam a bilindkirina alaya şoreşa Sûrî li ser bajarê Idlibê ye, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500