Nûçeyên Iraqê

Teqîneke xwekuj bi otombîlê çar kesan li xaleke pişkinînê ya Kurdî li Sûriyê dikuje

Teqîneke xwekuj bi otombîlê çar kes di şeva bûrî de li xaleke pişkinînê ya Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan roja Sêşemê (18ê Tîrmehê) got.

Êrîş di demekê de tê ku hêzên Kurdî yên ji Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên ku şerê asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Reqayê birêve dibin weke beşekê ji hevpeymaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), AFP ragihand.

Rewangehê got ku teqîn li xaleke pişkinînê ya li jêr kontrola hêzên ewlekariyê li parêzgeha Hesekê qewimî, dora 20 kîlomitran dûrî Serê Kaniyê.

Herî kêm du ji kesên mirî endamên asayişê ne, lê nasnameya herdu kesên din hîn nehatiye piştrastkirin, Rewangehê got.

Ti kesî bûyera Sêşemê bi awayekî rasterast negirtiye stûyê xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500