Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî derbasî gundê Îmam Xerbî dibin

Hêzên Iraqî, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, derbasî gundê Îmam Xerbî li Geyara li Mûsilê berbanga roja Înê (14ê Tîrmehê) bûn daku gund ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerînin, Fermadariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî got.

DAIŞ derbasî Îmam Xerbî, li başûrûrê Mûsilê, roja 5ê Tîrmehê bû, gund dagir kir û di nava avahiyan de cih girt.

Artêşê roja Çarşemê operasyonek ji bo vegerandina gund da destpêkirin û tedbîrên xwe yên ewlekarî zêde kirin li hawîrdora gund û li deverê daku rê li ber derbasbûyîna bi dizî ya çekdarên DAIŞ bigre.

"Hêzên hevbeş derbasî Îmam Xerbî bûn, 61 km li başûrê Mûsilê, û piraniya gund rizgar kirin," peyvdarê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Ew pêşketina xwe ya li gund didomînin û xesarên mezin digihîn DAIŞ, wî got.

"Artêşê dora gund dorpêç kir û aniha çekdarên mayî yên DAIŞ li beşekî biçûk ji gund asê mane," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500