Nûçeyên Iraqê

Operasyonên paqijkirinê li Mûsilê berdewam in

Hêzên Iraqî şeş endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku di jêrzemînekê de li Bajarê Kevin ê Mûsilê xwe veşartibûn girtin, berdevkê Fermandariya Operasyonên hevbeş emîd Yehya Resûl roja Çarşemê (12ê Tîrmehê) got.

"Îro hêzên Îraqî dora pênc kîlometran ji Bajarê Kevin ê Mûsilê paqij kirin," wî got, wî not kir jî ku wan "şeş terorîstên ku xwe di jêrzemîna malekê de veşartibûn dîtin û dest danîn ser toneke teqemenî û cebilxaneyan ku DAIŞê li şûna xwe hiştibû".

Operasyonên rakirina paşmayî û bermayiyên şer berdewam in, herwiha operasyonên rakirina mayîn û jihevkirina malên ku bi teqemeniyan hatine çandin, wî ji Diyaruna re got.

"Em herwiha berdewam in ku em kesên sivîl derxin û alîkariya wan bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500