Nûçeyên Iraqê

Polîsên Iraqî terorîstên daxwazkirî li Kerkûkê digirin

Heft terorîstên daxwazkirî, lîderekî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ê bilind di nav de, di êrîşeke ewlekariyê derengiya roja Duşemê (10ê Tîrmehê) li başûrê-rojavayê Kerkûkê hatin giritin, polîsên Iraqî li parêzgeha Kerkûkê gotin.

Hêzên polîsên taybet, bi piştgiriya Pêşmerge, avêtin ser sê avahiyên niştecihbûnê li taxên Temîm û Wehda, berdevkê polîsên Kerkûkê eqîd Selam Caf ji Diyaruna re got.

"Heft kesên ku li ser tawanên terorîzmê daxwazkirî bûn û pênc gumanlêkiriyên ku ligel wan bûn di operasyonê de hatin girtin," wî got.

"Herwiha şêst û pênc kîlogramên teqemeniyan, reşaşe, û RPGyên li ser milan tên hilgirtin di operasyonê de hatin desteserkirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500