Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî taxeke din li Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Îraqî careke din taxa Farûq 1 a li rojavayê Mûsilê xistine jêr kontrola xwe, bi vî awayî devera ku hîn li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) e kêm dike, fermandarîya Operesyonên Nînewayê îro Duşemê (26ê Hezîranê) got.

"Yekîneyine Ajansa Dijî Terorîzmê Farûq1 li Bajar Kevin rizgar kirin û ala Îraqî li ser avahîyên wê hildan piştî xesarên giran gihandin dijmin," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

Aniha kêmî 1% li jêr kontrola DAIŞ e, berdevkê Fermandarîya Operasyonên hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Operasyon hîn berdewam in, jihevketinên berdewam di nav refên DAIŞ de hene, lê em bi hişyarî bi pêş ve diçin daku zirar negihe kesên sivîl," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500