Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya navdewletî: "şêxekî pilebilind ê DAIŞ" di êrîşa li Sûriyê de hat kuştin

Hevpeymaniya navdewletî roja Sêşemê (20ê Hezîranê) got ku wê bilindtirîn şêxê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ê xwe-tayînkirî di êrîşeke asmanî de li Gulanê li ser bajarokekî Sûriyê yê nêzîkî sînorê Iraqî kuşt, li gorî AFP.

"Hêzên hevpeymaniyê Turk Binalî, "Muftiyê Mezin" ê xwe-tayînkirî yan jî şêxê mezin ê DAIŞ, di êrîşeke 31ê Gulanê de li Meyadîn li Sûriyê kuşt," hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de got.

Gotegotên mirina Binalî piştî êrîşê belav bûbûn, lê piştrastkirineke fermî heta berî daxuyaniyê tune bû.

Daxuyaniyê Binalî bi "hevalekî nêzîk" ê lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî wesif kir, û got ku "roleke wî ya navendî di tecnîdkirina çekdarên terorîstên biyanî û çêkirina provokasyona bo êrîşên terorî li seranserî cîhanê" hebû.

Binavkirineke dije-terorîzmê ya Xezîneya Amerîkî di 2016an de Binalî weke welatiyekî ji Behrênê ku li wî welatî di sala 1984an de ji dayikbûbû nas kir.

Ew di lîsteya cezayên NY de jî hatibû danîn, ku wî weke hilbjartî ji bo "şêwirmendê olî yê sereke" di sala 2014an de wesif kir.

Wî weke rêveberê polîsên çavdêriyê yên DAIŞ, çekdarkarê çekdarên biyanî û li ser tîmeke şêwirmendên Bexdadî kar dikir, li gorî lîsta NY.

Ew di êrîşekê de hat kuştin piştî çend rojan ji êrîşa asmanî ya hevpeymaniyê li ser Meyadîn ku tê îdiakirin damezrênerê ajansa propagendeya DAIŞ Amaq a bednav jî di nav de hat kuşin. .

Êrîşa 29ê Gulanê Reyan Meşel, ku bi navê Beraa Kadik jî tê naskirin, kuşt, li gorî çalakvanên xwecihî yên Sûrî, tevî ku hevpeymaniyê hîna ev yek piştrast nekiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500