Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî bi dehên malbatan li Mûsilê rizgar dikin

Nêzîkî 100 malbatên ku hîn li deverên bin kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê dijîn roja Pêncşemê (8ê Hezîranê) hatin derxistin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî got.

"Hêzên hevbeş nêzîkî 100 malbatan li taxên Zenjîlî û Şîfa azad kirin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl di konferanseke rojnamevanî de got.

"Pêşketin jî li ser erdê hat bidestxistin, û çendîn avahî di şerên îro de hatin vegerandin," wî got.

"Hevpeymaniya navdewletî herwiha cihên girîng ên DAIŞ li rojavayê Mûsilê kirin armanc, ziyan gihandin rixistinê," wî got.

Ofîsa mafên mirov a NY roja Pêncşemê got ku raportên bawerpêkirî li ba wê hene ku DAIŞ bêtirî 230 sivîlên ku hewl didan ji rojavayê Mûsilê birevin ji 26ê Gulanê ve kuştine.

Serokê mafên mirov Raed Husên roja Sêşemê tundrew bi kuştina 163 sivîlan di 1ê Hezîranê de li taxa Şîfa tometbar kirin.

Daxuyaniya Pêncşemê bi hûragahî qala du idîayên nû kir, di nav de bûyereke 26ê Gulanê ku hat ragihandin ku DAIŞ 27 kesên ku hewl didan ji Şîfa birevin bi gulekirinê kuştine, pênc ji wan jî zarok in.

Roja 3ê Hezîranê, hat idîakirin ku rêxistinê 41 sivîlên din li heman taxê kuştin dema ku berê xwe didan hêzên Iraqî, li gorî ofîsa mafên Mirov.

"Kuştina zarokan dema ku hewl didin ku ligel malbatên xwe birevin cihekî aram -- tu peyvên şermezarkirinê ji van kiryarên kirêt re tune ne", Husên got.

Armancgirtina sivîlên "ku rasterast beşdarî şer nabin, tawanên şer in", daxuyaniyê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500