Nûçeyên Iraqê

"Dermanê cîhadî" ku ji aliyê terorîstan hatiye bikaranîn bo cara yekem dest li ser hat danîn li Fransayê

Berpirsên gumrika Fransî roja Sêşemê (30ê Gulanê) gotin ku wan 135 kîlogramên Keptagon, ku naznavê "dermanê cîhadiyan" lê hatiye kirin, li balafirgeha Charles de Gaulle a Parîsê îsal girtin, li gorî AFP.

Keptagon, coreke dermanên wizebexş e, yek ji dermanên herî bikarhênayî di nav çekdarên ku li Sûrî şer dikin de ye.

"Ev yekem car e ku ev derman li Fransa tê desteserkirin," ajansa gumrikê di daxuyaniyekê de got.

Berpirsên gumrikê li Charles de Gaulle di 4ê Kanûna Duyem de 350,000 hebikên Keptagon bi giraniya 70 kîlograman veşartî di nav qalibên pêşesazî yên ku ji Libnanê hatine henartin û bi rê ve ber bi Komara Çîkê dihatin birin dîtin.

Lêpirsînek ji aliyê desthilatên Almanî û Çîkî ve jî hatin pêkanîn "û da xuyand ku cihê mebest ê wan Erebistana Seûdî bû, bi rêya derbaskirina di Tirkiyê re", ajansê ragihand.

Meha Sibatê, 67 kîlogramên din ji wî dermanî li balafirgehê, veşartî di nav qalibên stîl de, hatin dîtin.

Keptagon ji aliyê Ofîsa Dermanên Hişbir û Tawanan a NY ve weke "hêzbexşên amfîtamînî" û bi piranî bi madeyên amfîtamîn, kafayîn, û madeyên din jî tên têkelkirin.

Çekdarên ku ev derman bikar anîne dibêjin ku ew alîkariya wan dike ku ji bo gelek rojan hişyar bimînin û hestên wan dikuje, ku dihêle ku ew bêdilovanî xelkê bikujin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500