Polîsên Iraqî dest bi kampanyayeke berfereh kir daku torên madeyên hişbir u qaçaxiyê li Besrayê tune bike, polîsên Iraqî li Besrayê îro Pêncşemê (25ê Gulanê) gotin.
"Kampanyaya, ku êvara Çarşemê destpê kir, armanca wê ku dawiyekê ji vê diyardeya wêranker re deyne û wan kesên ku destên wan têde heye binçav bike," polîsan di daxuyaniyeke ku roja Pêncşemê hatibû weşandin de gotin.
"Bazirganekî navdar ê madeyên hişbir ê li Besrayê hatiye binçavkirin," daxuyaniyê got.
Fermandariya polîsên Meysanê kampanyayeke mîna wê ragihand ku bû sedema binçavkirina hejmareke bazirganên madeyên hişbir û destdanîn ser kîlogrameke heşîşê û hebên narkotîkê.