Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî taxa Necar li Mûsilê rizgar kirin

"Dewleta Islamî " aniha li devereke li Bajarê Kevin ê Mûsilê ku her diçe kêm dibe asê bûye piştî ku hêzên Iraqî roja Çarşemê (24ê Gulanê) rizgarkirina taxa Necar temam kirin.

Hêzên hevbeş "tevahiya mizgefta Nûrî, minaret [ya Hedba'] û geraja Bexdayê dorpêç kirine, û çeper çêkirin daku rê nedin terorîstên DAIŞ ku birevin", peyvdarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yahya Resûl ji Diyaruna re got.

"Aniha DAIŞ kêmtirî 5% ji rojavayê Mûsilê kontrol dike," wî got.

"Herî kêm 36 terorîst di şerên îro de hatine kuştin," Resûl got, bal jî kişand ku balafirên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî kargeheke ku DAIŞ weke baregehekê bikar tanî armanc kirin, û wesayitên bomberêjkirî yên ku di tê de veşartî bûn teqandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500