Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 65 malbatan li Mûsilê ji destê DAIŞ azad dikin

Piştî şerên dijwar ku bêtir ji heşt saetan berdewam kirin, hêzên Îraqî îro Înê (12ê Gulanê) careke din taxa Islah Zîra'î li rojavayê Mûsilê ji destê "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) vegerand.

"Hêzên me yên hevbeş tax bi temamî rizgarkirin û ala Îraqî li ser avahîyên wê hildan," fermandarê operesyonên Nînewayê ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela di daxuyanîyekê de ji ragihandinê re got.

Şêst û pênc malbatên ku li jêr kontrola DAIŞ bûn daku ew wan wekî mertalên zindî bikar bîne hatin azadkirin, Yarela got, wî not kir ku alîkarîya lezgîn ji wan re hatibû peydakirin.

Berdevkê Fermandarîya Operesyonên Îraqî yên Hevbeş emîd Yarela Resûl ji Diyaruna re got ku "helweşandina şanên mayî yên DAIŞ li Mûsilê û rizgarkirina deveran yek li pey yekê dihêle ku em bawermend bin ku rizgarkirina tam dê di demeke pir nêzîk de pêk bê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500