Operasyoneke serbazî bo rizgarkirina eniya bakurî ya rojavayê Mûsilê roja Pêncşemê (4ê Gulanê) dest pê kir, Fermandariya Operasyonn Nînewayê got.
"Hêzên Îraqî yên Hevbeş, bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniyê û topxaneya artêşa Îraqî, êrîşî deverên Mişêrfa, Kenîsa û Heramat kirin bi bikaranîna hêzên bejayî û yên zirxî," Fermandarê Operasyonên Nînewayê ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.
"Şer û pêvçûn, ku ji berbanga Pêncşemê ve dewam dikin, encam li ser zemînê bi dest ve anîn," wî got.
"Em derbasbûyînên zêdetir li wan deveran pilan dikin daku rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dorpêç bikin û wê neçar bikin ku paş ve vekişîne tixûbê Çemê Dîclayê," wî got.
Bi dehên endamên DAIŞ di pevçûnan de hatin kuştin û birîndarbûn, Yarela got, û diyar kir ku moralên hêzên Iraqî "pir bilind in".