Nûçeyên Iraqê

HRW: Hêzên Sûrî gaza demaran di 4 êrîşên de vê dawiyê bikar anîn

Hêzên hukmeta Sûrî gaza demaran ya kujêner li Xan Şêxûn û di sê êrîşên herî dawî yên din de bikar anîn, Rewangeha Mafên Mirov (HRW) roja Duşemê (1ê Gulanê) got, dema ku wesfa "nexşeke zelal" ya bikaranîna çekên kîmyawîya ku dibe weke tawanên dijî mirovahiyê hisab bibin.

Hêzên Sûrî êrîşên gaza klorîn jî zêde dikin û dest bi karanîna moşekên bi klorîn tijîkirî nêzî Şamê kirin, HRW di raporte0kê de got.

"Bikaranîna gaza demaran ji aliyê hukmetê pêşhateke kujêner e -- û beşek ji nexşeyeke zelal e," birêvebverê kargêrî yê HRW Kenneth Roth ragihand.

"Di şeş mehên borî de, hukmetê balafirên serbazî, kopter, û hêzên bejayî ji bo gehandina klorîn û sarîn li Şam, Hema, Idlib, û Helebê bikar anî."

"Ev bikaranîneke berfireh û sîstemkirî ya çekên kîmyawî ye," wî got.

Rêxistin hevpeyvîn ligel 60 şahîdhalan pêk anî û wêne û vîdyoyên ku agahî li ser êrîşa li Xan Şêxûn ya gumanlêkirî ya 4ê Nîsanê û sê bikaranînên gazên demaran yên îdiakirî li Kanûna 2016 û Adara 2017an peyda dikin.

Niştecihên Xan Şêxûn got ku bombeke yekem ku tê bawekirin gaza sarîn ya kujêner di nav de bû nêzî firina navîn ya bajarok hat avêtin û sê anjî çar bombeyên gelek teqîner di du xulekên pey re ketin.

Bi dehên wêne û vidyoyên ku ji aliyê niştecihên çalak ku ji bombeya yekê çêbû qetekî hesinekî reng kesk nîşan dan ku HRW got eger gelek e ku ew bombeya KhAB-250 e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500