Nûçeyên Iraqê

Netew tîma pêk tênin ji bo parastian nirîtên kevnar ji terorîzmê

Deh welat roja Duşemê (24ê Nîsanê) girûpeke nû pêk tênin bi armanca parastina nirîtên kevnar ji tundûtûjiya mîna ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gihand bajarê Sûrî yê kevnar Tedmur, li gorî AFP.

Iraq, Îran, Yonan, Italiya, Çîn, Hindistan, Bolîvya, Meksîk û Pîro -- ku hemû warên hin cihên şûnwarî yên herî nirxdar in li seranserê cîhanê -- navê xwe bo "forma" ku wezîr û balyozên wan welatan li Asîna çê kirine nivîsandin.

Wezîrê Derve yê Yonanî Nîkos Kotziyas, yê ku hukmeta wî pêşengia projeyê dike ligel çînê, got ku dê girûp projeyên hevbeş birêve bibe ji bo handana "diyalogê lihemberî fantasîzim, û çandê li hemberî terorîzmê".

Çekdarên DAIŞ bermahiyên kevnar ên Tedmurê di Gulana sala 2015an de kontrol kirin, bi awayeke sîstemkirî jî peristgehên Kelepûra Cîhanî ya UNESCO wêran kirin û talan kirin.

Girûpê bajarê Aşûrî Nemrûd li Iraqê jî bi bildozer û teqemeniyan wêran kir, û tiştên nirxdar yên divegerin heyama beriya Islamê ji muzexaneya Mûsilê talan kirin.

Girûpa 10-welatî ya nû dîsan sala bê dê li Bolîviya kom bibe, wezareta derve ya Yonanî got.

"Em piştgiriya gotûbêjê di nav şaristaniyan de dikin li dijî demagîriyê ya ku semboleke DAIŞê ye," Wezîrê Derve yê Iraqî Ibrahîm Ceferî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500