Nûçeyên Iraqê
spotlight

Bi hezaran Iraqî vedigerin deverên xwe yên rizgarbûyî li Nînewa

Zêdetirî 122,000 Iraqiyên awarebûyî vegeriyan malên xwe li deverên rizgarbûyî li parêzgeha Nînewa, Wezareta Hundir ya Iraqî roja Yekşemê (23ê Nîsanê) ragihand.

Hejmara kesên ku ji kampên li başûr û rojavayê Mûsilê vegeriyane deverên xwe yên rizgarbûyî li Nînewa niha gehştiye 122,000 kesî," Wezîrê Awarebûnê Casim Mihemed di konfranseke rojnamevanî de got.

"Artêş û hêzên din ên ewlekariyê yên ku ligel me hevkariyê dikin ji bo vegerandina niştecihan bo malên wan li hermû deverên rizgarbûyê yên Mûsilê dema ku gef namînin û bermahî û bombeyên pêşvebirî yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tên hilgirtin.

Taxên Selam, Somer, Gogcelî, Wehda, Intîsar, Raşidiya, Recim Hedîd, Felestîn, Xedra, Mamûn, Zuhûr, Kerama, û Feyseliya, û navçeyên Geyara û Şora vegerandina niştecihan di van rojên dawî de jiyan kirin.

Hevdem, taxên din têne nûjenkirin daku di çen rojên bên de nêzî 5,000 niştecihên din bikaribin vegerin, Mihemed got.

"Wezaretê bi hevkarî ligel Wezareta Veguhestinê bas amade kirine daku malbatan vegerînin deverên wan, ligel traktoran jî bi hevkariya ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş daku navmalên wan veguhezin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500