Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî keçeke Êzîdî ya 11-salî li Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Iraqî li Mûsilê keçeke Êzîdî ya11-salî ku di sala 2014an de hatibû revandin û weke xulamekê ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) froştin hat azadkirin, polîsê federal roja Înê (21 Nîsanê) got.

Ev Keç ji aliyê tundrewan ve ji gundê Koço, li başûrê bajarê Êzîdiyan Şengalê ku dikeve bakûrê Iraqê, hatibû revandin ligel dayik û xweşkên wê, li gorî AFP.

Ew di dema operasyonekê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve roja Pêncşemê li rojavayê Mûsilê li taxa Tenek hat azadkirin, birêveberê polîsê federal, emîd Raid Şakir Cewdet, di daxuyaniyekê de ragihand.

Ajansa Dije-Terorê li deverê kar dike û zêdetirî nîvê taxê roja pêncşemê ewle kiriye.

"Evên ku zarokan direvînin hov in," lîwa Cafer Betat, alîgirê Cewdet yê sereke, di daxuyaniyekê de ku bi vidyoyekî hate parvekirin ku tê de ew keç li baregeha polîs li başûrê Mûsilê diyar dibe, got.

Viyan Dexîl, zagonsazeke Êzîdî ya navdar e, dema tundrêyên DAIŞ di sala 2014an de êrîşî herêmê kirin wê alîkarî di vekişîna baldariya cîhanî de ber bi tengaviya hindikahiya Êzîdî kir, got ku azadkirina wê keçê bi haydarî hate birêvebirin.

"Dema ku DAIŞ gundê wê roja 15 Hezîrana 2015an kontrrol kir, emirê wê heşt sal bû û ew ligel dayik û xweşkên xwe hat revandin," wê ji AFP re got. "Destpêkê ew bo Tel Efer hatin birin û piştre li Mûsilê hatin froştin."

Di vidyoya polîs de, keç bêdeng disekine, hîcabeke kesk li serê wê ye dema ku efser hewl didin ku wê dilniya bikin.

"Du xweşkên wê hene ku ew jî hatin froştin û bo Reqayê hatin şandin," Dexîl got. "Ew hîna li wir in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500