Nûçeyên Iraqê

Operasyonên derxistina sivîlan li Sûrîyê piştî bombebarankirineke kujêner dest pê dikin

Derxistina sivîlan û şervanan ji bajarokên Sûrî yên dorpêçkirî îro Çarşemê (19ê Nêsanê) dest pê kir piştî bombebarankirineke di dawiya hefteyê de li xaleke derbaskirinê ku 126 kes tê de hatin kuştin, 68 ji wan zarok bûn, AFP ragihand.

Bi dehan bas ji bajarokên Fuaa û Kefreya yên li jêr destên rêjîmê îro Çarşemê gihane tixûbê Raşidîn; xala derbasbûnê ya li jêr destên opozîsyonê li derveyî bajarê Helebê yê li jêr kontrola rêjîmê.

Di hema demê de, 11 basên ku radihiştin dora 300 kesên ku ji Zebedanî, Serxaya û Cebel Şerqî derdikevin bajarokên ku li jêr destên opozîsyonê ne li parêzgeha Şamê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Proseyê bi çûyîna 3,000 kesan ji Fuaa û Kefreya di dema berbangê de dest pê kiriye û çûyîna dora 300 kesan ji Zebedanî û du deverên din ên li jêr destên opozîsyonê dewam kir," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Raşidîn şanoya bombebarankirina kujêner a roja Şemiyê bû. Herî kêm 109 ji kesên mirî ji kesên derkirî bûn. Yên mayî ji karkerên alîkariyê û şervanên opozîsyonê yên ku pasvanîya kerwanê dikirin bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500