Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya Erebî-Kurdî encumena piştî-DAIŞ li Reqa pêk tîne

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) roja Sêşemê (18ê Nîsanê) pêkanîna "encumeneke medenî" ji bo birêvebirina bajarê Sûrî Reqa piştî rizgarkirina wê ragihand, li gorî AFP.

"Encumena medenî ya Reqa dê bi birêvebirina Reqayê û parêzgeha derdora wê piştî rizgarkirinê erkdar bibe ," QSD di daxuyaniyekê de got.

Encumen di civînekê de li Ên Îsa hate ragihandin, ku berê asêgeheke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û dora 50 kîlometran dikeve bakûrê Reqayê, li bakurê Sûriyê.

QSD bi piştgiriya hevpyemaniyê pêngavek ji bo girtina Reqa di Mijdarê da destpêkirin. Lê belê pirsyara sereke ew e ku piştî vegerandina bajar kî dê bajar birêve bibe.

"Encumen ji xelkên parêzgeha Reqa bi xwe pêk haitye. Her dema ku DAIŞ ji bajar tên derxistin dê (QSD) encumenê bi birêvebirina bajar erkdar bike," Cîhan Şêx Ehmed , berdevka pêngava Reqa, got.

Çend serkêşên êlan û xwecihên naskirî yên Reqa di civîna çêkirina encumenê de başdar bûn, ew encumen jî mîna encumenên li bajarokên din yên ku ji DAIŞ ji aliyê hevbendiya Erebî-Kurdî hatin vegerandin e.

Encumeneke serbazî jî dê "di demeke nêz" bê pêkanîn, li gorî berdevkê QSD Telal Silo, û bi parastian bajar piştî derxistina DAIŞ bê sipartin.

"QSD dê xelkên bi resen ji Reqa bi hevahengiya ligel hevpeymaniya navdewletî rahênan bike daku bajar di qonaxa piştî rizgarkirinê de biparêzin," Silo got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500