Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Termiya ji şaneyên nivistî yên DAIŞ paqij dikin

Operasyoneke ku hefteya borî hêzên Iraqî dest pê kirin daku şanên nivistî û molgehên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Termiya, bakûrê Bexdayê, ji nav bibin bidawî hat, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Duşemê (17ê Nîsanê) ragihand.

Operasyon, ku li bajarê Termiya li parêzgeha Selahedîn pêk hat, heşt rojan dirêj kir û bû sedema kuştina du xwekujan û wêrankirina pûçkirina çendîn bombeyan, fermandarê operasyonên Bexdayê ferîq Celîl Rubeyî di daxuyaniyekî de got.

"Hêzên Iraqî 32 bombeyên bidestçêkirî teqandin û belemên DAIŞ û hejmarek ji molgehên sereke yên girûpê wêran kirin," wî got.

"Bîst-û-şeş bombeyên dijî-mertalan, 148 hawin û 10 malên bêhnvedanê yên DAIŞ di operasyonê de hatin kontrolkirin," wî got, anî ziman jî ku hêzên ewlekariyê dest danîne 16 hewdên C-4 yên teqîner, heşt roketên Katyûşa, pênc amûrên têkilyê û 11 teqîneran.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500