Nûçeyên Iraqê

Çavdêrgeh: Îdiayên êrîşa kîmawî ya Sûriyê "maqûl" in

Çavdêrgeha çekên kîmawî ya cîhanî roja Pêncşemê (13ê Nîsanê) got ku îdiayên êrîşeke kîmawî li bajarokê Xan Şêxûn ê Sûriyê yê di bin destê opozîsyonê de ku herî kêm 87 kes kuştin, "maqûl" bûn, AFP ragihand.

Piştî êrîşa kujer a hefteya borî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) got ku pisporên teknîkî agahiyên berdest analîze kirin "û nirxandina wan a destpêkî (ew bû) ku ew îdiayeke maqûl bû".

Rêveberê giştî yê OPCW Ahmet Uzumcu ji encumena bicîkar a ku ji 41 dewletan pêk tê got ku şandeyeke eşkerekirina rastiyê berî niha nimûne berî êrîşê kom kirine, ku ji bo laborên taybet ên OPCW ji bo analîzekirinê hatin şandin.

"Pisporên OPCW niha hemû agahiyên ku ji çavkaniyên cuda kom kirine analîze dikin" û texmîn dikin ku "karê xwe di nava herdu yan jî hersê hefteyên bê de temam bikin", Uzumcu got.

"Pisporên me ji giringiya erkê ku pêşbînî dikin ku pêk bînin haydar in û ez piştrast im ku ew dê bi awayekî profesyonel û bêalî bi rêya hemû teknîkên berdest pêk bînin," Uzumcu got.

Encumena bicîkar a çavdêrgehê dê hefteya bê dîsa bicive daku gotûbêjên derbarê êrîşa 4ê Nîsanê li Xan Şêxûn temam bike, Uzumcu got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500