Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî bi dehan çekdarên DAIŞ li Mûsilê dikujin

Artêşa Iraqê û hêzên Ajansa Dije-Terorê deverên nû li taxên Abar û Tenek vedigerînin piştî ku roja Çarşemê (12ê Nîsanê) operasyona rizgarkirina wan destpê kir, Fermandarê Operasyonên Nînawa ferîq Ebdilemîr Reşîd Yarela roja Pêncşemê got.

"Hêzên Iraqî zêdetirî nîvê van du taxan vegerandine û ziyanên mezin gihandine 'Dewleta Islamî li Iraq û Şamê' (DAIŞ) ," Yarela ji Diyaruna re got.

"Divê ku pevçûnên berdewam rizgarkirina van du taxan di du sê rojên bên de pêk bînin," wî got.

Yarela got ku 31 çekdarên DAIŞ di operasyonê de hatin kuştin, bal jî kişand ku bi dehan malbat hatine derxistin bo deverên ewle yên li dûrî zonên şer.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500