Nûçeyên Iraqê

Operesyonek serbazî ya nû li Selahedînê dest pê dike

Hêzên Îraqî operesyoneke serbazî ya berfireh li Selahedînê îro Înê (7ê Nîsanê) dest pê kirin ji bo molgehên piçûk ên "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) tundre bike, Fermandariya Operesyonên hevbeş a Îraqî got.

"Artêş û hêzên Polîsê Fedralî îro Înê operesyoneke parêzî ya berfireh dest pê kir ji bo bi dijwarî li asêgehên DAIŞê bixin ev yek tê wekî bersivekê li ser êrîşên terorî yên nû li parêzhehê," berdevkê Fermandariya Operesyonên hevbeş emid Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Operesyonê çiyayên Hemrînê , bakurê Tekrîtê, başûrê Bêcîyê û devera Sînayê kiribûn armanc, wî got.

"Gelek endamên DAIŞ hatine kuştin, neh navendên DAIŞ û otombîlên teqînan hatibûn ruxandin û çek û teqemenî di operesyonê de hatibûn destserkirin," wî eşkere kir.

"Operesyon, bi piştgirîya hevpeymaniya navdewletî û Hêzên asmanî yên Îraqî, dê berdewam bike heta armanca wê ya ku hatiye plankirin were cîbecîkirin," Resul got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500