Nûçeyên Iraqê

13 çekdarên DAIŞ li Mûsilê hatin kuştin

Balafirên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî îro Çarşemê (5ê Nîsanê) çend çeperên "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê bombebaran kirin, berpirsyarekî serbazî yê bilind yê Îraqî got.

"Bi hevahengiya bi aliyê Îraqî re, balafirên şer ên hevpeymaniyê dest bi êrîşên asmanî yên yekser li ser deverên Temûz, Rifai, Necar kirin," Fermandarê Operesyonên Ninewa ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

Êrîşên asmanî herî kêm 13 çekdarên DAIŞ kuştin, wî got, di nav wan de şervanên biyanî jî hebûn.

Herwiha îroj Çarşembê, hêzên asmanî yên Îraqî bi sed hezaran belavok avêtin, tê de şîret û qewêtî ji hevwelatîyan re hebûn" li rojavayê Mûsilê û hin deverên din ên li jêr destê DAIŞ, Fermandariya Operesyonên hevbeş a Îraqî got.

Wan ev agahî parve dikirin "di hundirê malan de bimînin û dûrî çeperên naskirî yên DAIŞ wekî fermandariya giştî, xalên pişkinînê, çeperên topan û artêşgehan bikevin, ji ber ew dê bibin armanc ji balafirên me re," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

"Êrîşên asmanî dê çeteyên DAIŞ bikin armanc ne kesên sivîl," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500