Cîbicîkirina lihevkirina ji bo derxistina sivîlan ji çar bajarokên dorpêçkirî yên Sûrî di deqîqeya dawîn a giftûgoyan de hate derengxistin, AFP îro Sêşemê (4ê Nîsanê) ragihand.
Derxistina bêtir ji 30,000 kesî ji bajarokên Fueya, Kefreya, Medaya û Zebedaniyê hatibû plankirin ku ew Sêşemê dest pê bike.
Lê belê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov û çavkeniyên ku ji aliyê rêjîmê ve di rêkeftinê de amade bûn gotin ku ew hatiye derengxistin.
Fueya û Kefreya gund ên li jêr kontrola rêjîmê ne li parêzgeha Idlibê ya ku li jêr kontrola opozîsyonê ye, lê Medaya û Zebedanî molgehên opozîsyonê ne li parêzgeha Şamê, yên ku ji alîyê hêzên rêjîmê ve hatine dorpêçkirin.
Rewangehê got ku nişteciyên her çar bajarokan gumanên xwe derbarê derxistina sivîlan de vegotin, a ku dibe derengî vê hefteyê were cîbicîkirin.
Herwiha giftûgoyên di derbarê rewşa Medaya û Zebedanîyê de piştî derxistina sivîlan a berdewam dikirin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.
"Mijar ew e yan kesên sivîl li gor lihevkirinê dê biçin, ji ber hinek dixwazin bimînin, û eger hêzên rêjîmê dê bi temamî derbasî Medaya û Zebedanîyê bibin, yan jî dê lihevkirinek hebe tenê ji bo ku alê bilind bikin," wî ji AFP re got.
Tê pêşbînkirin ku her 16,000 nişteciyên Fuea û Kefreyayê li gor lihevkirinê biçin, vê yekê hişt ku niştciyên xwecihî berxwedanê bikin, Rewangehê got.