Nûçeyên Iraqê

DAIŞ xwe dike berpirsyarê teqîna kujêner a dadgeha Şamê

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞê) xwe kire berpirsyarê êrîşên xwekujî yên ku nîvê meha Adarê li dadgeh û xwaringehekê li Şamê qewimîn û 32 kes di wan de hatin kuştin, AFP îroj Înê (31ê Adarê) ragihand.

Êrîşên 15ê Adarê êrîşeke kêmpeyda bû di dilê paytexta Sûrî de, ya ku li jêr kontrola rêjîmê ye û ji gelek tundutûjiya şer a ku her diçe dijwartir dibe bi dûr bû.

DAIŞ xwe di weşana xwe de Nabaa, ya ku Pêncşemê hate weşandin, kire berpirsyarê êrîşê,

Herî kêm 32 kes di êrîşa li ser dadgehê de hatibûn kuştin, 100 kes hatibûn birîndarkirin û 25 kesên din di teqîna xwaringehê de hatibûn êşandin, polîs wê çaxê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500