Nûçeyên Iraqê

Bi dehan endamên DAIŞ di şerên Mûsilê de hatine kuştin

Herî kêm 40 ji endamên "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) di şerê rojavayê Mûsilê de di sibeha roja Çarşemê (22ê Adarê) hatin kuştin, Fermandariya Operesyonên hevbeş a Îraqî got.

"Hêzên asmanî yên Îraqî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî şeş çeperên DAIŞ li başûr-rojavayê Mûsilê wêran kirin, herwiha depoyên ku girûpê tê de çek, roket û erebeyên ku bi teqemeniyan hatine barkirin kom kiribûn wêran kirin," berdevkê Fermandariya Operesyonên hevbeş emîd Yehya Resûl ji Duyaruna re got.

"Hêzên Îraqî operesyoneke ku bi awayekî sexber hatibû plankirin dest pê kir û wan tê de pêşketin di taxa Yabîsatê de pêk anî û bi temamî sê rêyên sereke ên ku diçin bo Bab Sinjar, taxa Orûba û Zanjili," wî got.

Bang li endamên DAIŞ hatibû kirin "ku ew çekên xwe deynin û xwe radest bikin daku pêşbirî dedkirina dadmend bibin," Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500