Nûçeyên Iraqê

Tevî keşûhewaya xerab, Iraq pêşketinan li Bajarê Kevin yê Mûsilê radigehîne

Hêzên Iraqî roja Înê (17ê Adarê) erd di nava Bajarê Kevin yê Mûsilê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin tevî rewsa keşûhewayê ya xerab, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand.

"Hêzên hevbeş li Bajarê Kevin Mizgefta Paşa, Kolana Edala, bazara Bab el-Seray û devera Falka vegerandin", berdvekê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Tevî keşûhewaya xerab, baran û pileyên germê yên nizim, operasyon didomin û morala hêzên me yên li ser erdê bilind e," wî got. "Ew îsrar dikin ku tu demê wenda nekin û di bidestxistina pêşketinan de berdewam bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500