Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî ber bi deverên nû ji rojavayê Mûsilê ve diçin

Hêzên Îraqî berbanga pêncşemê (16ê Adarê) ber bi deverên dijmin ên li rojavayê Mûsilê ve çûn, û serkeftinên xwe yên di şer de qayim dikin daku asêgeha "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) a dawî li Îraqê rizgar bikin.

"Yekîneyên taybet ji artêşê û Hêzên dijî- Terorê ber bi çend deverên wekî Rîsala, Hedîd, Wadî el-Eyn, û taxên Mûsila Nû bi pêş ve diçin û sê deverên DAIŞ kavil kirin û gelek ji endamên komê kuştin," berdevkê fermandariya Operesyonên hevbeş, emîd Yehya Resûl, ji Duyaruna re got.

"Di heman demê de, şer seranserê xetên pevçûnê li Bajarê Kevin, Bab Sinjar û Nabulsê berdewam e," wî da zanîn.

Operesyonên îroj devera Karajê bi temamî vegerandin, Resûl got, eşkere kir jî ku berava çemê Dicleyê ya rojavayî niha li jêr kontrola hêzên Îraqî ye piştî ku wan bajarokê Baduşê rizgar kiribû.

"Têkilî di navbera endamên komê yên ku hîn li taxên mayî yên rojavayê Mûsilê ne û cîhana derve de bi berdewamî hatiye birîn," Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500