Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rawestgeha trênê û bazarê li Mûsilê vedigerînin

Hêzên Iraqî îroj Sêşemê (14ê Adarê) gotin ku wan pêşketineke mezin di şer de bi dest xist daku Bajarê Kevin yê Mûsilê ji destên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerînin.

Hêzên Iraqî rawestgeha trênê li Mûsilê vegerand, ya ku nedihate bikaranîn ji dema ku DAIŞ ji sala 2014an ve ew jêr destê xwe kiribû, herwiha wan bazara Çarşembê jî û cadeya Maş û hejmarek ji avahiyên hikûmetê vegerandin, Fermandarê Operasyonên hevbeş Yehya Resûl ji Diyarunayê re got.

"Piranîya Bajarê Kevin niha li jêr kontrola Îraqî ye," wî got.

Niha şer li deverên Bab el-Hedîd û Bab Ebyed giran in, ew herdu deverên herî dawî beriya ku hêzên Iraqî bigihin beravên Çemê Dîclayê, wî got.

"Ji bo ku hêzên me jiyana sivîlan biparêzin, ew çekên sivik û medyûm bikar tînin ji ber ku hejmara nişteciyan li navenda bajêr bilind e, cihê ku dijmin xwe di nav nişteciyan de vedişêre," Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500