Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Zêdetirî 320,000 kesan di şerê Sûriyê de mirine

Şerê Sûriyê zêdetirî 320,000 kesan di şeş salên borî de kuştine, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Duşemê (13ê Adarê) ragihand.

Rewangehê got wê ji dema destpêka krîzê ve ya ku di Adara sala 2011an de destpê kir mirina 321,358 kesan tomar kiriye, li gorî AFP.

Di nav kuştiyan de 96,000 sivîl hebün, ku 17,000 ji wan zarok bûn.

Ji Kanûna Yekem ve 9,000 kes li ser hejmara kuştiyan zêde bû, dema ku agirbesteke li seranserî welat bi navkênkariyê destpê kir.

"Xelkê mirî di van sê mehan de kêmtir bûne ji ber ku agirbest ketibû warê bicîkirinê," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got. "Mirin nesekiniye, lê belê di çend mehên borîn de kêm bûye."

UNICEF roja Duşemê got ku haletên ku têde zarok têne kuştin, birîndarkirin an jî çekdarkirin di nav grûpên çekdar de di sala 2016an de "di tomaran de bilindtirîn in".

Ajansa NY mirinên tundûtûj ên herî kêm 652 zarokan sala borî tomar kir, 20% zêdetir ji sala 2015an, û zêdetirî 250 ji qurbaniyan di dibistanan de an jî nêzî wan hatine kuştin.

Herî kêm 850 zarok di şerê krîzê de hatin çekdarkirin, di nav wan de îdamker an jî êrîşkarên xwekujî -- ku duqat ji hejmara sala 2015an zêdetir e.

UNICEF got ku 2.3 milyon zarokên Sûrî weke aware li welatên cîran dijîn, hevdem 280,000 kesên din hîn li Sûriyê dorpêçkirî ne, û xwarin û derman nagihin wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500