Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî bi pêş ve çûn piştî ku tundrew li Mûsilê hatin "dorpêçkirin"

Hêzên Iraqî îroj Duşemê (13ê Adarê) gotin ku wan gelek dever ji DAIŞ standin, piştî ku wan êrîşek kir û sêyekek ji rojavayê Mûsilê vegerandin û tundirew di nava bajar de dorpêç kirin, AFP di raportê de got.

Pêngavake nû, ya ku (5ê Adarê) dest pê kiribû, DAIŞ mecbûr kir ku ji çend taxan û cihên sereke derkeve, di nav de navenda sereke ya hikûmeta xwecihî û muzexaneya Mûsilê ya navdêr, û herwiha wan li şervanên li wê derê jî teng kir.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Îraqî da xuyakirin ku wan gelek tişt qezence kirin, û got ku hêzin elît ji ajansa dije-terorê taxa Nefet li rojavayê Mûsilê vegerand.

Ferîq Raed Şakir Cewdet got ku hêzên Firqeya Bersivandayîna Lezgîn û polîsê federalî ji bo lêgerîn û paqijkirina deverên derdora Bajarê Kevin ê Mûsilê di xebatê de bûn.

Hêz "operasyonên lêgerîn û danehevê li deverên rizgarkirî yên Bab tobê pêk tînin, ew li dav, mayîn û terorîstên ku xwe di nav xelkê de veşartine digirin" Cewdet di daxuyaniyê de got.

"Leşkerin ji Firqeya 9ê a zirxî serkeftineke girîng şeva Şemiyê bi dest xist dema wan rêya dawî ya derketina ji rojavayê Mûsilê li pêşiya wan girt," Bret MakGurk nûnerê Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletî got.

"Her yek ji wan şervanên ku li Mûsilê mane, ew dê li wê derê bimirin, ji ber ku ew li wir hatine dorpêçkirin" MakGurk ji rojnamegeran re li Bexdayê got.

Birastî, dibe ku şervanên DAIŞ karibin bi dizî bi komên piçûk derkevin derveyî bajar, lê ji ber ew bi zehmetî digihin ser rê ev yek dihêle ku tevgera wan û gihiştina xwarinê ji wan re biberferehî zehmetir be eger ne estem be.

"Em niha bawer dikin ku me gelek ji şervanên wan kuştine heta asta ku ew nikarin hinekan deynin şûna wan. Heta berî salekê rewş ne bi vî awayî bû," MakGurk hejmara serkêşên DAIŞ yên hatine kuştin bi180 kesan qedirand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500