Nûçeyên Iraqê

Ala Iraqî li deverên rizgarbûyî yên rojavayê Mûsilê tê bilindkirin

Pêşketineke nû di pêvajoya rizgarkirina rojavayê Mûsilê ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hate pêkanîn, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Pêncşemê (2ê Adarê) got.

"Hêzên me yên hevbeş ala Iraqî li sê deverên din bilind kir, ew jî taxa Cewseq, Wadî Hecer û Bab Sincar li rojava û başûr-rojavayê rojavyê Mûsilê," Fermandarê Operasyona Rizgariya Nînewa Ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarelah ji Diyaruna re got.

Herî kêm 56 milîtanên DAIŞ di operasyonên dawî de hatine kuştin, wî got jî.

"Me herwiha operasyoneke ser asteke bilind da destpêkirin ji bo rakirina mînan, teqemeniyê pêşxistî, û paşmahiyên şer," Yarelah got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500