Nûçeyên Iraqê

Lîderê Bereya Nusra dev diavêje opozisyona Sûriyê

Di vîdyoyekê de ku roja Duşemê (27ê Sibatê) bilav bû lîderê Bereya Nusra Ebû Mihemed Colanî got ku êrîşên xwekujî yên dawiya hefteyê li bajarê Humsê yê Sûrî nameyek bo kesayetiyên opozisyonê yên ku beşdarî danûstandinên aştiyê li Cinêvê dikin bû daku ew "xwe bidin aliyekî", AFP roja Sêşemê ragihand.

Di daxuyaniya arastekirî de, lîderê Bereya Nusra, ku aniha navê xwe bo Bereya Fetih el-Şam guhertiye, teqîn girtin stûyê girûpa xwe, ku bi dehan ji xelkê kuştine, rêveberekî hewalgirî yê bilind jî di nav wan de bû, û hişyarî da ku dê êrîşên din jî pêk bînin.

Nûnerên opozisyonê û rejîmê vê hefteyê li Cinêvê ne ji bo danûstandinên bi navbênkariya NY bi armanca bidawîanîna şerê Sûriyê yê şeş-salî.

Bereya Nusra ji Komîteya Bilind a Danûstandinan a opozisyonê ya sereke hat dûrxistin, û ji danûstandinên berê yên navbera opozisyon û rejîmê li Astana jî.

Colanî got ku êrîşên Humsê namyek bû "bo hiştina şer ji xelkê me re, û xwe bidin aliykî".

Di meha Tîrmehê de Bereya Nusra ji Qaida cuda bû weke gavekê ku şirovekar weke hewlekê bo bidawîanîna danîna navê wan di lîsta reş a NY de û hukmetên rojavayî dibînin.

Di Kanûna Duyemê de, ew tevlî hêzên girûpên tundrêyên din bû daku Tehrîr el-Şam pêk bînin .

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500