Nûçeyên Iraqê

Di dema ku hêzên Iraqî li Mûsilê bi pêş ve diçin, sivîl ji şer direvin

Bi sedan sivîl roja Sêşemê( 28ê Sibatê) di biyabanê re ji şer û tunebûna li bajarê Mûsilê reviyan, û tevlî hezarên din, yên ku malên xwe li pişt xwe hiştin piştî ku rewşa beşê rojavayî yê bajarê Mûsilê xerabû, bûn.

"Heta îroj (Sêşemê), nêzî 300 kesn -- mêr, jin û zarok koçber bûne," lîwa Selman Haşim ji Rêveberiya Dije-Terorê ji AFP re got.

"Gelek kesên din jî tên. Gava ku digihin xala kontrolê, têne rawestandin û jiheveqetandin. Mêr tên pişkinînkirin û piştre navên wan ligel navên di databêzê de tên berhevkirin," Haşim got.

Ew kesên ku ji bajar direvin, rastî şert û mercên dijwar tên. "Ew ber bi me ve tên piştî çend rojên bêxwarinîyê," wî got.

Hêzên ewlekariyê duh Duşemê gihan xala herî dûr a başûrî ya pênc pirên Mûsilê yên ziyandîtî yan hilweşayî li ser Çemê Dîclayê û bide ku ev gav rê bide hêzan ku ew pireke serav di navbera herdu beşên bajar de dirêj bikin.

"Îroj Sêşemê, wan pênc deverên nû rizgar kirin, ku ji Tel Ruman, Ûbûr, Etşana, Xibêrat pêk tên û taxa Cewseq pêk tê, rojekê piştî rizgarkirina taxa Teyeran ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), fermandarê operasyonên Nînewa, ferîq Ebdulemîr Raşid Yarelah, ji Dîyarûnayê re got.

"Herî kêm, sê sed çekdarên DAIŞ di şer de hatin kuştin," wî got, "herwiha bi dehan wesayît, teqemeniyên bidestçêkirî û kemerên teqîner hatin desteserkirin."

"Herwiha pênc tunelên DAIŞ yên li derdora serbazgeha Xezlanî hatin rûxandin," wî got.

"Piştî ku em şeva Duşemê derbasî taxa Cewseq bûn, Artêşa Iraqê sê dîlên Êzidî li maleke ku çekdarên DAIŞ nû jê reviyabûn, rizgar kirin," cîgirê fermandarê operasyonên rojavayê Mûsilê, lîwa Cemal Muhemed Ebdula, got.

"Keçeke neh salî û du jinên ku nêzî sê salan li cem DAIŞ dîl mabûn, hatin azadkirin," Ebdula ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500