Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî derbasî rojavayê Mûsilê dibin

Hêzên Iraqî roja (24ê Sibatê) derbasî taxeke rojavayê Mûsilê bûn ji bo cara yekem ji dema ku operasyona mezin a ku di Cotmehê destpê kiriye daku bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar bike.

Pêşvêçûna ber bi taxa Mamûn, taxeke biçûk e li terefê başûr- rojavayî yê Mûsilê yê, piştî ku hêzên dewletê balafirgeh û serbazgehek kontrol kirin hat, ew balafirgeha ku fermandarî tê re ji aliyê başûr ve derbasî bajar bûn.

"Me serbazgah Xuzlanî bi temamî kotrol kiriye, û herwiha me dest daniye ser Tel Reyan... û em êrîşê dibin der taxa Mamûn," ferîq Samî Aridî, serkirdeyê serbazî yê ajansa Dije Terorê, got.

Wî li nêzî eniyên pêşîn ji AFP re got ku çekdarên DAIŞ bi otombîleke xwekujî êrîşê hêzên wî li Tel Reyan, gundek li nêzî Mûsilê ye, kirin û sê otombîlên bombekirî yên din li wir hatin dîtin.

Ajansa Dije Terorê tu wendahî nedane ji dema ku pêngava rojavayê Mûsilê roja Yekşemê destpê kir, li gorî Aridî.

Hinek şervan birîndar bûn, lê belê, di nav de yên ku bi dronên pirçekirî yên ku vê dawiyê DAIŞ wan gelekî bikar tîne, wî got jî.

"Ez piştrast dikim ku balafirgeh bi temamî hatiye rizgarkirin," lîwa Ebas Jubûrî, ji yekîneyên birjare yên Bersivdayîna Bilez, ku ew serperiştiya êrîşê dikin û ser bi Wezareta Hundir ve ne, got.

Çekdarên DAIŞ bi tenê berxwedaniyeke sînordar li balafirgehê û serbazgeha Xuzlanî nîşan da, li deverên vekirî û neniştecihkirî ku zehmet e ji wan re ku berevaniyê li hember agirê mezin ê Bexdayê û Hevpeymaniyê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500