Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî derbasî balafirgeha Mûsilê bûn

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê (23 Sibatê) derbasî balafirgeha Mûsilê ya ku dikeve ser qiraxê asêgeha "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bûn bo cara yekem ji dema ku girûpê ew herêm di sala 2014an kontrol kir.

Bi piştigiriya balafirên cengê, firokeyan û dronan, hêzên rêya xwe bo başûrê Mûsilê vekirin û derbasî balafirgehê bûn, û bi tenê rastî bersiveke sînordar ji aliyê DAIŞ ve bûn lê dever temşît kirin di çarçoveya lêgerîna li segvanan.

"Şikir ji Xwedê re em aniha li nava balafirgeha Mûsilê ne û li pêşiya termînala wê ne, hêzên me ew rizgar kirin," Hîşam Ebdul Kazim, fermandarekî Yekîneyên Bersiva Bilez ên ser bi wezareta hundir ve, ji AFP re ji nava balafirgehê got.

Bi tenê piçek li ser piya ma û hewşa balafirgehê mişt ax û gemar bû. Piraniya avahiyan bi temamî bi erdê ve bûn yek.

Dema ku hêzên Iraqî derbasî balafirgehê bûn, kopteran êrîşên bi rokêtan birin ser Kargeha Şekir a Kevin a ku li tenîşt dîwarê balafirgehê ye, û ewrekî ji dûmanê di zikê asman de bilind bû.

Pêşveçûna ber bi balafirgehê ve vê berbangê destpê kir û hêzên Iraqî ji aliyê başûr rojava ve piştî çend saetan derbasî bûn.

Hêzên bijare ji Ajana Dije-Terorê jî êrîşî bingeha serbazî ya Xezlanî kirin.

Hêzên Iraqî gundên Toma û Hecar, û beşin ji gundê Sahaci, li rojava û başûr rojavayê Mûsilê rizgar kirin, fermandarê operasyona Nînewa ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yaralah ji Diyaruna re got.

Derengiya şeva Çarşem balafireke serbazî bi sedan nameyên xelkê li berava çepê ji bo hevwelatiyên wan ên li aliyê din yê çem barandin.

"Bi hedarê û alîkarîkirina hev... dawiya zordariyê nêzîk e," wî yek ji wan xwend ku bi îmza "xelkê li aliyê çepê" bû.

"Li malên xwe bimînin û hevahengiyê bi hêzên ewlekariyê re bikin. Ew birayên we ne, ew ji bo rizgarkirina we hatine," wî nameke din xwend.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500