Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî haziriya êrîşkirina li ser balefirgeha Mûsilê dikin

Hêzên Iraqî roja Çarşemê (22ê Sibatê) haziriya êrîşa li ser balefirgeha Mûsilê kirin piştî ku êrîşkirina li ser çeperên tundrewan di çarçoveya pêngaveke nû ya rizgarkirina bajar ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ( DAIŞ) de destpê kir, li gorî raporteke AFP.

Hêzên bijare çeperên nû yên ji dema ku pêngava teze ya başûrê Mûsilê ku roja Yekşemê destpê kir hatin bidestxisrtin asê dikin û bi sedan sivîl ji gundên ku nû hatine rizgarkirin aware bûne.

"Dora 480 kesan ku ji devera Yermûk aware bûne bo deverên rizgarbûyî li başûr hatin veguhestin," polîsên fedral di daxuyaniyekê de got.

Hêzên Iraqî rêbendeke kontrolê ya girîng li ser rêya sereke li başûrê Mûsilê û gundê Elbû Sêf, ku kelehek xwezahî ye raserî balefirgehê û başûrê bajêr e, vegerandin.

Her 21 gund roja Çarşemê hatin rizgarkirin, ligel sê avahiyên niştecihbûyînê navendeke elekitrîkê û çend kargehên hikûmetê, fermandarê operasyona Nînewa ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarala ji Diyaruna re got.

Dora 53 endamên DAIŞ, di nav wan de xwekuj û çekdarên biyanî hebûn, di pevçûnan de hatin kuştin, wî got.

Di bersivkirina pirseke derbarê tirsên ji reva çekdarên DAIŞ ber bi sînorê Sûrî ve, navborî got. "Me ligel hevpeymaniya navdewletî pilanek dariştiye daku hemû terorîstan yan bigrin yan jî bikujin û rê nedin wan ku weke gefekê ji cîhanê re bimînin."

Hevdem, çarenivîsa dora 750,000 sivîlên ku li rojavayê Mûsilê asê mane çavkaniya serekî ya nîgeraniyê ye . Dora nîvê wan sivîlan zarok in, li gorî rêxistinên alîkariyê û pêdiviyên sereke yên jiyan bi xurtahî kêm dibin.

"Çekdarên DAIŞ dest danîne ser tevahiya nexweşxaneyan û bi tenê ew dikarin tedawî bibin," karmendekî nexweşxaneya Cumhûrî li rojavayê Mûsilê bi rêya telîfonê ji AFP re got.

Tenduristiya gelek ji şêniyan li jêr hukmê DAIŞ bi mehan e ku kambaxtir dibe.

"Heta beriya ku nexweşxane bên girtin, divabû ku xelkên deverê perên gelek ku zêdeyî taqeta wan in bidin DAIŞ," wî karmendê nexweşxaneyê got.

Xebatkarên bijîşkî û şênî ji rojavayê Mûsilê bi mercê ku nasnameyên wan neyên eşkerekirin dipeyivin û dibêjin ku êdî kesên lawaz ji birçîna û kêmbûyîna dermanan dimrin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500