Nûçeyên Iraqê

NY li ser rewşa rojavayê Mûsilê "gelekî bitirs e"

Şertûmercên jiyanê li rojavayê Mûsilê, ku tundrewan xwe di nav 750,000 sivîlên Iraqî de asê kirine, cihê metirsiyê û çavkaniyeke tirseke mezin in, berpirsa bilind ya alîkariyê ya NY roja Çarşemê (15ê Sibatê) got.

"Em gelekî bitirs in li ser paşketina bilez a şertûmercan li rojavayê Mûsilê," kordînatora mirovî ya NY li Iraqê Lise Grande ji peyamnêran re got.

"Malbat di tengaviyeke mezin de ne, nîvê dikanan hatine girtin," wê got, di dema serdana bo Hesen Şam, ku kampeke awareyan di navbera Mûsil û Hewlêrê de ye, got.

Hêzên federal ên Iraqê hema bi tevahiya Mûsilê dorpêç kirine, ku aliyê wê yê rojhilat, ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) meha borî hatibû rizgarkirin.

Hejmareke kêmtir ji hejmara texmînkirî ji malên xwe reviyan dema ku hêzên Iraqî yên elîte berî sê mehan ketin nav rojhilatê Mûsilê lê Grande got rêxistina alîkariyê ji bo awarebûneke mezintir ji rojava plan dikir.

Li gorî NY, nêzîkî 200,000 kesan aware bûne ji dema ku operasyona ji bo rizgarkirina duyemîn mezintirîn bajarê Iraqê di 17ê Cotmehê de destpê kir.

Ofîsa NY a Hevahengiya Karubarên Mirovî dibêje ku 46,000 ji wan vegeriyane malên xwe.

"Em pêşbînî dikin ku 250,000 sivîl dibe ku ji rojavayê Mûsilê derkevin" Grande roja Çarşemê di dema serdana xwe ya ji bo kampa Hesen Şam de got.

Wê got bûn, niha li wir 20 kampên awareyan û cihên awarte li dora bajêr hene û diyar kir ku NY û hevalbendên wê "bilez bûn ji bo avakirina cihên nû li başûrê Mûsilê".

Roja Çarşemê, balafirên hevpeymaniyna navdewletî asêgeheke DAIŞ li taxa el-Metran a rojavayê Mûsilê wêran kir.

"Li gorî hevahengiya berê bi hêzên Iraqî re, balefirên şer ên hevpeymaniyê asêgeheke DAIŞ li taxa el-Metran, herî kêm 20 terorîst hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn," fermandarê operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm el-Cibûrî ji Diyaruna re got.

Êrîşên asmanî beşek in ji qonaxa seretayî ya ku rê li ber êrîşeke zemînî vedike, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500