Nûçeyên Iraqê

Berpirs: gorên bi kom li rojavayê Bexdayê hatin dîtin

Serbazên Iraqî du gorên vêl ku termên kesên ku bi destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine bi darvekirin li biyabana bajêrê Rutba dîtin, AFP roja Pêncşemê (9ê Sibatê) ragihand.

"Artêşa Iraqî du gorên bi kom li Rutba ku termên endamên hêzên ewlekariyê û sivîlan di wan de dîtin," neqîbekî ji Firqa 1ê ya artêşê got.

Nîşanên yekem dixuyênin ku qurbanî ji aliyê DAIŞ ve hatine kuştin dema ku girûpê di 2014an de bajar kontrol kir.

Rutba, bajarêkî biçûk bi girîngiyeke stratêjî ya gelek mezin e, li ser rêya Urdunê ye, ku dora 390 kelometran dikeve rojavayê Bexdayê .

Qayimeqamê Rutba, bajarokê ku di Gulana sala par de ji DAIŞ hat vegerandin, got ku yek ji goran li ser erdekê li taxeke li navenda bajêr ku ji bo qirêja nexweşxaneyekê dihat bikaranîn hat dîitin lê goristana din li qeraxa rojavayî ya Rutba bû.

"Nîşanên guleyan li ser terman ku me dîtin hebûn... Em hejmara tekez ya terman nizanin ji ber ku em dê vî karî ji tîma nûjdariya dadnasî bihêlin lê em pêşbînî dikin ku doa 25 term hebin," Imad Mişel got.

"Yek ji herdu goran termên ciwanên ku temenên wan jêrî 18 salî hebûn," birêveberê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar ji Diyaruana re got.

Rutba bajêrêkî gelek îzolekirî ye li biyabana Enbarê. Çekdarên DAIŞ ji dema ku hêzên ewlekariyê bajarok vegerandine gelek caran êrîşî bajêr kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500