Nûçeyên Iraqê

NY daxwaza $3.5 milyar dolaran ji bo penaberên Sûriyê li Tirkiyê dike

NY roja Duşemê (6ê Sibatê) bang li welatên bexşîner kir ji bo dayîna $3.5 milyar dolaran di du salên bê de ji bo alîkariya pêşxistina perwerdeyê û standarda jiyanê ji bo nêzî sê milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê, AFP ragihand.

Koma $3.5 milyar dolaran ji bo du salên bê beşek ji pakêta $4.6 milyar dolarî ya NY e ku daxwaza alîkariya penaberan dike di nav de ew kesên ku Libnan, Urdun û Misr wan dihewîne.

Li gorî amarên herî nû yên NY, Tirkiye 2.75 milyon Sûriyan dihewîne -- ku 300,000 ji wan di kampan de dijîn û 2.45 milyon di nav civakên mêvandar de dijîn.

Berdevkekî UNHCR got heta sala dawî planên hawarçûnê bo Tirkiyê bi "kêmtirîn peredan di nav wan welatên vehewandina penaberên Sûriyê de" mane.

Pêşikiya peredanê ji bo perwerdeyê ye, ji bo 380,000 zarok yan jî 40% ji zarokên Sûriyê li Tirkiyê, ku naçin dibistanê, li gor UNICEF.

Plan herwiha armanc dike ku sîstema bixwarinkirina penaberên Sûriyê baş bike, gihandîna bo xizmetên tenduristiyê pêşkêş bike û piştgiriya derfetên kar bike.

NY di rapora xwe ya li ser planê de got ku hîna hejarî di nav xelkê Sûriyê li Tirkiyê de heye, 80% ji wan li başûrê rojhilatê welat tomarkirî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500