Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî 80 endamên DAIŞ yên rûpoşkirî li Mûsilê girtin

Hêzên Iraqî di herdu hefteyên borî de 80 endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) yên ku hewla xweveşartinê di nav xelkê de dikirin li rojhilatê Mûsilê ku vê dawiyê hatiye rizgarkirin, berpirsekî serbazî yê Îraqî yê bilind roja Sêşemê (7ê Sibatê) got.

Kesên ku hatin girtin "rihên xwe kur kiribûn, şiklê xwe guhertibûn û xwe di nav xelkê de veşartibûn", berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Bi rêya lêgerîna berdewam û operasyonên şopandinê, hêzên Iraqî yên hevbeş 80 terorîst, di nav wan de serkêşên payebilind yên DAIŞ, li rojhilatê Mûsilê destnîşan kirin û girtin", wî got.

"Wan nikarîbû ji herêmê bireviyana, ji ber wiha wan rihên xwe kur kiribûn û weke aware xwe dabûn diyarkirin," Resûl got.

"Lê belê, şêniyan agahdarî derbarê wan dan û hemû hatin girtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500