Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî şaneke DAIŞ li Mûsilê digrin

Heşt çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku wan xwe di nava sivîlan de li rojhilata Mûsilê yê ku nû hatiye rizgarkirin veşartibû roja Pêncşemê (2ê Sibatê) hatin girtin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

Hêzên Iraqî heşt çekdarên "ku wan riha xwe kur kiribû, û cilên xwe guhertibûn bi hewla xweveşartina di nava sivîlan de û reva ji herêmê hatin girtin", Berdevkê Fermandariya operasyonên hevbeş emîd Yehya el Zubeydî ji Diyaruna re got.

"Niştecihan rayedar xeberlêdan li çekdaran, ku kesekî bi netewe Ereb hebû, kirin û ew tev nasnameyên sexte hatin girtin," wî got.

"Operasyonên paqijkirinê lidar in, û gelek taxên niştecihbûyî hatine paqijkirin û dikarin dest bi bixêrhatina vegera şêniyên xwe bikin," wî got.

Di du hefteyên dawî de, 49.000 aware vegeriyan deverên xwe li Mûsil û Geyara, Wezareta Iraqî ya Koç û Koçberan roja Pêncşemê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500