Nûçeyên Iraqê

Operasyonên parqijkirina rojhilatê Mûsilê bi rêkûpêkî pêş ve diçin

Hêzên Iraqî piraniya taxên rojhilatê Mûsilê ji bermahiyên şer paqij kirine, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Çarşemê (1ê Sibatê) got.

Hefteya borî tevahiya beşê rojhilatî yê bajarê Mûsilê ji destên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat vegerandin.

"Hêzên Iraqî 44 tax ji eslê 56 taxan li rojhilatê Mûsilê paqij kirine," berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Zubêdî ji Diyaruna re got.

"Diwazdeh tonên teqemenî, çebilxane, mîn û bermahiyên serbazî yên DAIŞ hatine rakirin, û bi sedên bombeyên bidest-çêkirî û bi dehên malên bomberêjkirî bi teqemeniyan hatin bêbandorkirin," wî got.

Tîmên andaziyarî yên artêşê û yên Ajansa Dijî-Terorê, bi hevahengiya ligel NY û hevpeymaniya navdewletî, hemû di operasyonên paqijkirinê de beşdar in daku rê ji vegera hêdî hêdî ya xelkên awarebûyî xweş bikin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500