Nûçeyên Iraqê

Iraq haziriyên şerê rojavayê Mûsilê diqedîne

Aniha hêzên Iraqî ji pêşketina ber bi beşê rojavayî yê Mûsilê re bo rizgarkirina wê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) amade ne, berpirsekî serbazî yê Iraqî yên bilind ji Diyaruna re roja Duşemê (30ê Kanûna Duyem) got.

"Hêzên Iraqî hemû haziriyên girîng bo destpêkirina şerê rojavayê Mûsilê qedandine piştî ku beşê rojhilatî ji bajêr hate rizgarkirin," Fermandarê operasyonên Nînewa Nejmedîn Kerîm Cibûrî got.

Hêzên ji artêşê, ajansa Dije-terorê û polîsê fedral dê pêşengtiya şer bikin, ligel piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, wî got.

Heta aniha, zêdetirî 3,200 aware vegeriyane deverên xwe yên rizgarbûyî li rojhilatê Mûsilê, li gorî Wezareta Koçkirinê.

"Îroj kampên wîzaretê şahidê vegera 3,237 aware yan bo warên xwe li Mûsilê bûn," wezaretê roja Duşemê di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500