Nûçeyên Iraqê

30 nevçeyên rojhilatê Mûsilê ji teqemeniyan hatine paqijkirin

Artêş û hêzên polîsê Iraqê 30 tax li rojhilatê Mûsilê ji mayîn, teqemenî û bermahiyên şer yên ku "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li pey xwe hiştibûn paqijkirine, berpirsekî serbazî yê bilindroja Înê (27ê Kanûna Duyem) got.

"Me 400 moşek, 1,000 topên hawin û tankan, û bi sedan bombe rakirin," Fermandarê operasyonên Nînewa ferîq rukin Ebdulemîr Reşîd Yerala ji Diyaruna re got.

"Herwiha operasyon pûçkirina bombeyên di nav otombîl û malan li xwe digre, û hilanîna termên endamên DAIŞ jî yên ku di pevçûnan de hatine kuştin", wî got.

Operasyon ji bo paqijkirina taxên mayî didome daku niştecîh bikaribin vegerin malên xwe, wî got jî.

"Deverên mayî dê di hefteya bê de werin paqijkirin," wî got. "Herwiha em dê qereqolên polîs vekin û yekîneyên ewlekariyê yên gerok ji bo bicîkirina yasa û fermanan beriya destpêkirina rizgarkirina beşê rojavayî ji Mûsilê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500