Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî sê deverên din li rojhilaê Mûsilê digirin

Hêzên Iraqî roja Yekşemê (22ê Kanûna Duyem) sê dever ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê vegerandin, û kontrola xwe li ser berava rojhilatî temam kirin, berpirsekî serbazî ji Diyaruna re got.

"Wan taxên Melayîn û Erebî û deverê Bîna Cahiz rizgar kirin û ala Iraq' li ser avahiyan bilind kirin," fermandarê operasyonên Nînewa ferîq ewel Ebdilemîr Raşid Yarela roja Duşemê got.

Ev taxên nava bajar ên dawî ne li bereva çepê, li gorî AFP, û tenê taxa Raşidiya, ya li qeraxa bakurî, maye ku were rizgarkirin.

Di saetên destpêkê yên roja Duşemê, êrîşek ji bo vegerandina Raşidiya ji DAIŞ hat pêkanîn, Yaralah got.

"Em hêvî dikin ku rizgarkirina wê gelek zû bê encamdayîn," wî got.

Li bakur, hêzên federalî rêya ku Mûsil bi Duhokê, paytexteke parêzgehekê ye li rojavayê Herêma Kurdistanê, ve girê dide kontrol kirin, artêşê di daxuyaniyekê de got.

Hevdem, dibistan dîsan deriyên xwe li deverên rizgarbûyî yên Mûsilê vedikin piştî nêzîkî sê salan ji girtina wan, birêveberê perwerdahiya Mûsilê, Mihemed Elî Tahan, di daxuyaniyekê de roja Duşemê got.

"Yekem 70 dibistan roja Duşemê vebûn weke beşekê ji planeke vekirina 400 dibistanên navendî li deverên rizgarbûyî," wî got.

"Birêveberên perwerdahiyê li parêzgeha Nînewa waneyan li 40 dibistanên sereke û 30 dibistanên lawekî yên li deverên rizgarbûyî yên dûrî eniyên şer in didie, li deverên bakurî û bakur-rojhilatî Mûsilê," wî got.

Berdewamkirina waneyan li taxên Hedîsa, Erebî, Endelus, Şurta dê bên derengkirin heta dema ku hemû dibistan li van deveran bên pişkinînkirin û paqijkirin ji bombeyên bidestçêkirî û mînan, wî got.

Pirtûk û perawgeh bo parêzgehê hatina gehandin, wî got, da zanîn jî ku "artêşê hewilên gelek mezin ji bo alîkarîkirina stafê xwendinê di dewamkirina waneyan dane".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500